Sanoger Bavê Teyar jî besdarî kampanya boykotê bû: Malên tirkan nekirin!
PeyamaKurd – Şanogerê ji Rojavayê Kurdistanê Bavê Teyar û Teyaro jî beşdarî kampanyaya boykotê bûn. Bavê Teyar ê ku banga beşdariya çalakiyê dike dibêje malên tirkî nexin dikan û malên xwe wisa got, “bi perê wan êrişî me dikin û zarokên me dikujin.”
Di vîdeoyeke Şanoger Bavê Teyar û Teyaro ku li ser medya civakî hat parvekirin de, Bavê Teyar beşdarî kampanya boykotê dibe û dibêje;“Nebêjin em nikarin tiştekî bikin em dikarin her tiştî bikin. Banga me ji ticar û xwediyê dikanan re, ji zarok û ciwan û mezinan re: Kel û pel û berhemên tirkî qut bikin, bes derbasî sûk û dikanên xwe bikin. Nema derbasî malên xwe bikin."
Bavê Teyar û Teyaro jî beşdarî kampanya boykotê bûn...
— Aslan ASLAN (@AslanSterkTv) November 5, 2019
Xweş amade kirine, destê wan sax be... pic.twitter.com/z7D4ekcOVE
Teyar di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, “Nebêjin piçek e û bêqîmet e; piçek piçek dibe gelek. Bi perê wan êrîşî me dikin û zarokên me dikujin. Ji kerema xwe belav bikin û tevlî kamnpanyayê bibin.”
Li Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) heta niha bi hezaran kes beşdarî boykotrina malê tirk bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin