Hêzên Pêsmerge ji bo nexwesan besdarî kampanya bexsîna xwînê bûn

16 December 2021 14:29 0 dîtin
Hêzên Pêsmerge ji bo nexwesan besdarî kampanya bexsîna xwînê bûn

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge ji bo nexweşên ku pêwîstiya wan bi xwînê heye, do li Hewlêrê beşdarî kampanya bexşîna xwînê bûn.

Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, wan do li Hewlêrê bi alîkariya koma hunerî ya bi navê K.Art kampanya bexşîna xwînê ji bo nexweşên penceşêr, talasîma û pêketiyên Koronayê dan destpêkirin.

Wezaretê herwiha eşkere kiriye, komek Pêşmergeyên fedakar beriya her kesî çûn li banka xwînê xwîna xwe bexşîn û nîşan dan ku tenê di sengerên şer de xwîna xwe narêjin, belê xwîna ji bo nexweşan jî dibexşin.