Koma sanogerên Urmiyê besdarî Festîvala Sanoyê ya Amedê nabin: Dilê me tal e...
PeyamaKurd – 8emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê, di navbera 20 û 30yê Cotmehê de tê lidarxistin ku koma şanogerên bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jî di bernameya festîvalê de cî digire. Şanogerên Urmiyê ragihandin ku ew ji bo piştevaniya gelê xwe yê li dijî rejîma Îranê serî hildane beşdarî festîvalê nabin.
Şanogerên Urmiyê ku wê lîstika xwe ya bi navê ‘Qabûza Mêrûyan’ di festîvalê pêşan bidan, ragihandin ku ew ji ber xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê beşdarî festîvala şanoyê ya Amedê nabin.
Koma şanogerên Urmiyê li ser rûpelên torên civakî ev daxuyanî dan: “Dilê me tal e li vir û laşê me li wir li ser dikê ye, vê demê şano pîroz û xweşik e ku ji bo gel be û em ê bi tenê wê demê dîsa herin ser dikê ku gelê me şa be û dîsa dilê me xweş be û bi rêzdarî radigihînin ku em tevlî 8emîn festîvala şano ya bajarê Amedê nabin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin