Zêdetirî milyonek kes besdarî festîvala roja miriyan bûn!
PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê her sal Festîvala ‘Roja Miriyan’ tê lidarxistin ku di vê roja taybet a ketiye nav lîsteya Mîratên Çandî ya UNESCOyê de, zêdetirî milyonek kesan beşdarî kir.
Di festîvala ku li bajarê Meksîko birêve çû de, beşdaran cilûbergên cihereng li xwe kirin û rû û bedena xwe jî boyax kirin.
Di festîvalê de herî zêde beşdarên ku bi fîgurên kiloxên serê mirovan meşiyan bal kişandin ser xwe ku jê re Catrîna tê gotin.
Şaredarê Meksikoyê Marti Batres ragihand ku di pîrozbahiyên festîvala Roja Miriyan de, milyonek û 250 hezaran beşdarî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin