Peyama Demîrtas a ji bo Narînê: Meleka min, me hemûyan efû bike

08 September 2024 20:24 0 dîtin
Peyama Demîrtas a ji bo Narînê: Meleka min, me hemûyan efû bike

PeyamaKurd - Selahedîn Demîrtaş ji bo Narîna 8 salî ku piştî 16 rojên wendabûnê cesteyê wê yê bi aweyekî hovane hatiye kuştin hate dîtin got: "Meleka min, me hemûyan efû bike."

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li girtîgeha parêzgeha Edîrne ya Tirkiyeyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, di derbarê Narîn Gûran a ku îro cesteyê wê yê bê can hate dîtin, daxuyaniyek belav kir.

Demirtaş di peyama xwe de wiha got:

“Sînorê xerabî, bêrûmetî û bêşerefiyê tune ye; nasname, bawerî û welatê wê jî tune. Sînor, nasname û baweriya başî, çakî û têkoşîna jiyana bi rûmet jî tune ye. Ev rewşa wiha cîhanê hinek din jî têxe tariyê jî, ji bo ranakiyê wê tekoşîna me ya bêdawî jî bidome."

Selahedîn Demirtaş di dawiya peyama xwe de ji bo Narînê ev tişt got:

"Meleka min, me hemûyan efû bike."