Demîrtas: Ez ji bo me hemûyan saleke bê zilm, bê bihabûn, bê selandin û bê AKP dixwazim
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji bo sala nû peyamek belav kir û diyar kir: “Ez ji bo me hemûyan saleke bê zilm, bê bihabûn, bê şelandin û bê AKP dixwazim. Sersala we pîroz be.”
Selahattîn Demîrtaş, ji 4ê Mijdara 2016an ve di girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê, bi hincetên siyasî hatiye girtin. do Sêşemê, li ser hesabê xwe yê medya civakî ya Twiterê ji bo sala nû ya 2022ê peyamek belav kir.
Demîrtaş di wê peyama xwe de eşkere dike: “Ez qet gotinê vir de û wê de nabim. Ez ji bo me hemûyan saleke bê zilm, bê bihabûn, bê şelandin û bê AKP dixawazim. Jixwe saleke wiha bi awayek xwezayî dibe saleke xweş. Wê demê sersala we pîroz be. Sersereyê şima bimbarek bo.”
Herwiha hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama sersalê belav kir û di heman demê de piştî 2 salan wêneyekî Selahattîn Demîrtaş bi raya giştî re par ve kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin