BCFê li Efrînê alîkariya pere li 192 zarokên sêwî yên Kurd kir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Efrînê projeyên xwe yên xêrxwaziyê didomîne û herî dawî jî di çarçoveya “Projeya Ezîzan” de alîkariyên darayî li ser 192 zarokên Kurd ên sêwî belav kir.
Endamê Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ji medya Kurdistanê ra ragihand: “Me ji her zarokekî re bireke alîkariya darayî pêşkêş kir. Me Projeya Ezîzan li Herêma Kurdistanê ragihand, niha jî bi serbilindî em hatine li Efrînê jî bicih dikin. Em gelekî xweşhal in ku em xizmeta wan dikin, xelkê Efrînê jî pêşwaziyeke mezin li me kiriye.”
Endama Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Perwîn Dodix ji K24ê re daye xuyakirin: “Em Projeya Ezîzan berdewam dikin. Di hundir vê projeyê de navên 192 zarokên sêwî hatine tomarkirin. Em li vir ranawestin, dezgeh dê projeyê berfirehtir û mezintir bike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ji sibata 2023yan ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê kar dike ku heta niha gelek alîkariyên mirovî û derûnî pêşkêşî xelkê Efrînê û navçeyên wê kirine. Herwiha di warê bijîşkî, xwendin, parastina ziman û kultura Kurdî de jî xebatan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin