Behrem Salih ji bo Kurdistanê got “Bakurê Iraqê!”

29 October 2018 13:10 0 dîtin
Behrem Salih ji bo Kurdistanê got “Bakurê Iraqê!”

PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Behrem Salih di mesajeke xwe de ji bo Kurdistanê, îfadeya “Bakurê Iraqê” bi kar anîn. Li ser vê îfadeyê, gelek bertek hatin nîşandan.

Serokomarê Iraqê Behrem Salih li bajarê Silmaniyê beşdarî hinek çalakiyan bû û li ser hesabê xwe yê civakî mesajek weşand. Di mesajê de wiha got: “Min şehîdên Germiyan, Behdînan û Enfalên Barzanê ziyaret kirin. Di komtirbên Mehavîla Başûr û Bakurê Iraqê de şehîdên li dijî zilmê dijîn. Divê em nehêlin ku zordar dîsa bibin îqtîdar. Xizmeta merivên şehîdan, ji bo me wezîfeya herî girîng e.

Behrem Salih mesajên xwe bi Kurdî û Erebî weşandin. Lê belê ji ber îfadeya “Bakurê Iraqê” pir bertek hatin nîşandan.