Behrem Salih: “Divê serokomarê Iraqê, hemî Iraqê temsîl bike!”

29 September 2018 12:33 0 dîtin
Behrem Salih: “Divê serokomarê Iraqê, hemî Iraqê temsîl bike!”

PeyamaKurd- Behrem Salih ji bo pêvajoya Serokomariya Iraqê û avakirina hukûmetê, bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê Salih got ku divê serokomarê Iraqê, hemî Iraqê temsîl bike.

Di derbarê mijarê de ji ofîsa çapemeniyê ya Behrem Salih, daxuyaniyeke nivîskî hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Her çi qasî Serokomariya Iraqê mafê gelê Kurdistanê be jî, divê namzetê Serokomariyê ji aliyê hêzên Kurdistanî ve were hilbijartin. Ji bo vê yekê jî hinekî wext lazim e. Divê pêşiyê, rewşa li Kurdistanê normalîze bibe. Hinek partiyên Kurdan naxwazin di vê mijarê de werin cem hev. Ji xeynî namzetên PDK û YNKê jî hinek namzetên dî hene.

Divê serokomarê Iraqê, hemî gelê Iraqê temsîl bike. Ji ber vê yekê jî divê parlamento biryara dawî bide.”