Serokomarê Iraqê Salih: Em naxwazin tevlî ragêsiyên li herêmê bibin
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê BerhemSalih ragihand ku ew naxwazin tevlî ragêşiyên li herêmê bibin û diyar kir ku ew hewil didin Iraqê ji ragêşî û kaosên li herêmê dûr digrin.
Li gorî daxuyanîya ofîsa Serokomarê Iraqê Berhem Salih, li Koşka Serokomariyê ya es-Selamê pêşwazzî li maslahatguzarê Amerîkayê yê li Bexdayê Jopey Hood kiriye. Di hevdîtinê de mijarê herêmî, dewletî û navdewletî hatine guftûgokirin.
Salih diyar ku ew naxwazin beşdarî ragêşiyên li herêmê bibin û diyar kir ku ew hewil didin Iraqê ji ragêşî û kaosên li herêm dûr digrin: “Em dixwazin Iraqê ji hemû ragêşî û qeyranên herêmî dûr bigrin.”
Berhem Salih herweha bal kişand ser helwesta welatê xwe bo qeyranên herêmî û amaje kir ku di bingeha peywdendiyên wan de rêzgirtina li hemberî serweriya welatan heye.
Di wê hevdîtinê de herdu aliyên siyasî bal kişand ser pêşdebirina peywendiyên hemû waran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin