Bekir Bozdag: Li Diyarbekir 255 wefat û 901 birîndar hene

11 February 2023 01:05 0 dîtin
Bekir Bozdag: Li Diyarbekir 255 wefat û 901 birîndar hene

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ giha Diyarbekirê û piştî civîna masa krîza erdhejê ya li AFADê ragihandinan kir. Bozdağ ragihand ku li Diyarbekir di encama erdhejê de 255 kes wefat kirine, 901 kes birîndarin lê ji wan 387 kes yên ji bin enqazan derxistine û 42 ji wan rewşa wan xeterin. Bozdağ got ku di erdhejê de, di 7 apartmanên ku xerabûne de 255 kes mirine û weha got:

“Weka bajarên din li Diyarbekir jî ji bo kesên di bin enqazan de mane derxin, xebatekî bi hezir dewam dike. Ji 7 apartmanên ku xerabûne, di xebatên rakirina enqazan de heya niha tenê yê yek apartmanekî qediyaye. Xebatên rakirina enqazên din dewam dikin.

Dibe ku sibê rakirina enqazên 5 apartmanan biqedin. Ji bilî rêjeyên jorê, talûka jiyana kesên din tine. Ji bo hewandina mirovan heya niha li Diyarbekirê ti astengî tine. Konên me 908 heb hatine vegirtin. Niha 7.216 hemwelatiyên me di konan de ne. Navendên hewandinê yên dewletê ne. Di tesîsên civakî de, di salonên sporan de, mizgeft û derên weka wan de heya niha 192.945 hemwelatiyên me hatine hewandin. Em ê her dewam bikin.

Heya niha 12.816 xebatkarên me bi 1.243 alavan re aktif dixebitin. Xebat 24 siet bi vardiye dewam dike. Heya niha kontrol adi 6.640 avahiyan de ku dike 87.857 mal, tesbîtên xesara wan qediyane.”