Belçîka bangî balyozê Îranê kir da here wezareta karên derve

10 January 2023 23:04 0 dîtin
Belçîka bangî balyozê Îranê kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Belçikayê li ser Îranê 40 sala cezayê zîndanê da hemwelatiyekî Belçîkayê, bangî balyozê Îranê yê Brukselê Huseyn Dehxanî kir da here wezaretê.

Wezîrê karên derve yê Belçîkayê Hadja Lahbib di ser hesabê xwe yê Twitterê de li ser cezadayîna dadgeha Îranê ku 40 sal ceza da hemwelatiyê Îranê yê bi navê Olivier Vandeecasteele ku ji sibata 2022an de li Îranê girtiye, ragihandinê kir. Lahbib, got ku Îranê li ser darizandin û sûdarkirina Vandeecasteele ti agahî bi wan re parvenekiriye û li ser agahiyên ku di çapemeniyê de derketine, bangî balyoz kirine da here wezaretê.

Wezîrê karên derve got ku Belçîka cezadayîna Vandeecasteele şermezar kiriye û ji bo berdana wî hewlên Belçîkayê dewam dikin. Li gor ajansa ku ya erka darazê ya Îranêye ya bi navê Mizanê, sedema ku Vandeecasteele bi 40 sal ceza hatiye cezakirin, ev e:

“li ser navê îstîxbarata biyanî li hemberê Îranê casûsiyê kiriye”, “li hemberê Îranê bi hukumata Amerîkayê re hevkariyê kiriye”, “karê perê biyanî yê qaçax kiriye, perê reş sipî kiriye.”