Belûçî li Zahîdanê car din rijiyan qadan: 'Mirin û neman bo dîktator!'
PeyamaKurd – Di roja 28emîn a protestoyên dijî rejîma Îranê de, xelkê Belûç ku du hefte berê dema nimêja Înê rastî êrîşeke dijwar a hêzên Îranê hatibû û zêdetirî 100 kes hatibûn kuştin, car din rijiya ser kolanan.
Hat ragihandin ku îro 14ê Cotmehê roja Înê, xelkê Belûç li Zahidanê ji bo piştevanîya protesto û serhildanên seranserî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê derketin qadan û li dijî rejîmê diruşmên xwe qêriyan.
Xwepêşanderên li Zahîdanê piştî nimêja Înê, bi girseyî daketin nav qad û kolanan û li ber deriyê “Baregeha 16” ya artêşa Îranê diruşmên; “Besîciyê bêşeref û merg û neman bo dîktator” qêriyan.
After the Friday prayer, the people of #Zahidan protest the regime. Students and people of #Balochistan are chanting freedom slogans, condemning the massacres of the Khomeini regime.#MahsaAminii#مهسا_امینی pic.twitter.com/lIS8KMp2aY
— Ahmed Ekim (@beybun_rojhilat) October 14, 2022
Hêjayî bibîrxistinê ye, xelkê Zahidanê du hefte berê rastî êrîşeke hovane ya hêzên Îranê hatibûn û zêdetirî 100 kes hatibûn kuştin û bi hezaran jî bi guleyan hatibûn birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin