Ben-Gvir Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê rexne kir!
PeyamaKurd – Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir bang li Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant kir ku "ji êrîşa pêşîlêgirtinê ya serkeftî derbas bibe û li dijî tevgera Hizbullah a Lubnanê ya Şîa şerekî berfireh bide destpêkirin."
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir bang li Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant kir ku "ji êrîşa pêşîlêgirtinê ya serkeftî derbas bibe û li dijî tevgera Hizbullah a Lubnanê ya Şîa şerekî berfireh bide destpêkirin."
Ben-Gvir ev tişt gotin:
"Divê Îsraîl bi êrîşeke serketî ya pêşîlêgirtinê razî nebe, divê em li dijî Hizbullahê şerekî bibiryar bidin destpêkirin ku wê metirsiya li bakur ji holê rabike û rê bide niştecîhan bi ewle vegerin malên xwe."
Li gorî Ben-Gvir, Gallant di vê demê de ku tevgereke bibiryar pêwîst e, di şerê hem li dijî tevgera Hamas a Filistînî û hem jî li dijî Hizbullahê de "siyaseta tunekirina dewletê" dimeşîne.
Rageşiya zêde ya leşkerî li ser xeta sînor a di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku jê re "Xeta Şîn" tê gotin, gihîştiye asta rekorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin