Berdevkê ENKSê: Em ê di wextekî nêz de bi Mazlûm Ebdî re bicivin

27 January 2025 22:19 0 dîtin
Berdevkê ENKSê: Em ê di wextekî nêz de bi Mazlûm Ebdî re bicivin

PeyamaKurd – Berdevkê ENKSê Faysal Yusuf ji bo K24ê ragihand ku wê di wextekî nêz yê pêşiya me de, bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re bicivin. Faysal Yusuf ragihand ku rayedarên koordînasyonê wekî xebatên pêvajoya tevlîkirina temamê pêkhateyên Sûriyê, civînê koordîne dikin.

Berdevkê ENKSê Faysal Yusuf, ji bo Kurd bigihên armanca daxwazên xwe yên ortax yên li Sûriyê, wê civînê bikin.

Serok Mesûd Barzanî di 16.01.2025an de li bajarê Selahahaddînê (Masîv) fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî qebûl kiribûı û pê re hevdîtin kiribû.

Mijara hevdîtinê li ser rewşa Sûriyê ya ewlehiyê û siyasî, ji bo di pêvajoyê de Kurd karibin biserbikevin divê çi bikin û li ser yekîtiya partiyên Kurd rawestiyabûn.