Ji ENKSê bersiva Mazlûm Ebdî!

07 July 2023 10:32 0 dîtin
Ji ENKSê bersiva Mazlûm Ebdî!

PeyamaKurd Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso li ser banga Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî daxuyaniyek da û diyar kir ku ENSK ji diyalogê re amade ye.

Endamê Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir û got, “Pêwîst e aliyên Kurdî vegerin ser maseya diyalogê.”

Oso da zanîn, diyaloga di navbera ENKS û PYDê de ne tenê di bin serpereştiya Amerîka û HSDê de ye, Oso diyar kir ku beriya niha li Hewlêr û Dihokê 3 peyman bi PYDê re hatibûn çêkirin û got: "Piştî hewldanên Amerîka û Fransayê ENKS wê her du aliyan neçar bike ku bigihin van rêkeftinan û nîşan da, ew dixwaze di asteke bilind de dest bi diyalogê bike.”

Endamê Dîwana Serokatiya ENKSê diyar kir, ew ji diyalogê re amade ne û got, ew rêkeftinên ku di encama danûstandinên cidî de ku wê îro bên kirin, li şûna danûstandinên sexte, bêne cîbicîkirin.

Mazlûm Ebdî di axaftina xwe ya di konferansa Peymana Lozanê ya li bajarê Hesekê yê Rojava de banga piştgirîkirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ku aliyên siyasî yên Kurd li Rojava vegerin ser maseya danûstandinan.

Herwiha Mazlûm Abdî got, “Siyaseta înkarê ya ku bi Peymana Lozanê destpê kir, ti encam negirt û têk çû. Îro li Rojhilata Navîn derfeta Kurdan heye ku rastiya doza xwe û hebûna xwe li ser nexşeya Rojhilata Navîn îspat bikin.”