Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiyê zanibe ku wê bersiva me ne mîna a salên 2018 û 2019an be

16 July 2022 10:30 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Divê Tirkiyê zanibe ku wê bersiva me ne mîna a salên 2018 û 2019an be

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di derbarê gefên dewleta Tirk de axivî û diyar kir: “Hemû hewldanên me ji bo astengkirina tevgereke nû ya dagirkeriya Tirk e.”

Di daxuyaniya xwe de Mazlûm Ebdî da zanîn, eger fersendê bidest bixe, dewleta Tirk dibe di demên nêz de êrîşî herêmê bike û got: “Hemû hewldanên me ji bo astengkirina tevgereke nû ya dagirkeriya Tirk e.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Eger hat ku êriş destpêkir, divê Tirkiyê zanibe ku wê bersiva me ne mîna a salên 2018 û 2019an be. Hêza HSDê qat bi qat zêde bûye. Wê şer bibe şerê tevahiya Sûrî.”

Herwiha Ebdî destnîşan kir: “Li hemberî êrîşa dewleta Tirk, em dikarin soz bidin gelê xwe ku em ê wan biparêzin.”