Berdevkê Îsraîlî henekê xwe bi generalê Îranî kir

05 July 2018 00:55 0 dîtin
Berdevkê Îsraîlî henekê xwe bi generalê Îranî kir

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Emmanuel Nahshon henekê xwe bi daxuyaniya General Xulamriza Celaliyê Serokê Saziya Parastina Sivîl a Îranê kir ku gotibû "Îsraîl û welatekî cîran bi ewrên Îranê dilîzin û nahêlin baran bibare".

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îsraîlê Emmanuel Nahshon li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniya Celalî û wêneyekî rewşa hewayê ya Tehranê nîşan dide weşand.

Emmanuel Nahshon got li Îranê rojên li pêş bi tav in û baran naxuyê û got "Me dîsa kir".

Nahshon li ser wêneyê rewşa hewayê semboleke baranê danî û wiha got: "Ewrekî baranê yê din ku divê bê dizîn".

Bi wêne û peyamê Nahshon henekê xwe bi daxuyaniya Celalî kir.

General Xulamriza Celalî li Tehranê di Konferansa Parastina Sivîl a 3emîn de gotibû Îsraîl û welatekî cîran bi ewrên Îranê yên baranê tînin re dilîzin û nahêlin li welêt baran bibare.