Generalê Îranî cewaba Pompeo da

29 May 2018 22:10 0 dîtin
Generalê Îranî cewaba Pompeo da

PeyamaKurd - Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdarên Îranê Serdar Selamî got: "Em îro gihîştine  asteke  wisa ya berevaniyê ku Wezîrê Karên Derveyî yê Amerîkayê gotiye divê Îran berfirehkirina moşekên xwe yên balistîk rawestîne, yanî Amerîka bi xwe nikare rawestîne!"

 General Selamî li ser banga Pompeo got: "Îran dev ji hizûr û bandora xwe li navçê bernade ji ber ku ev nifûza  fîzîkî nîne belkî bawer û mentiqa Îslamê ye ku bandor li welatên herêmê kiriye."

Herwiha got: "Sedema dijminatiya Rojava li dijî Îranê   zêdebûna hêza wê li warên  curbicur û modelwergirtina wê ji aliyê dewletên cîran ve ye. Armanca van kiryaran zêdekirina zexta ser Îranê ye lê ezmûna  çil salan Inqilaba Îslamî nîşan daye ku gelê Îranê tu carî dê ji wan gefan netirse."