Fermandarê Îranî: Em hêvî dikin Trump û Pompeo bikujin!
PeyamaKurd – Fermandarê Îranî Emîr Elî Hacizade ku di hêzên deryayî yên Supaya Pasdarên Îranê de peywirdar e, di televizyona dewletê ya Îranê de axivî û gefa kuştina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û wezîrê derve yê berê Mike Pompeo xwar.
Hacizade got, ji ber ku fermana kuştina Qasim Suleymanî dane, ew ê hewl bidin Trump û Pompeo bikujin û wiha axivî: “Em hêvî dikin, yên fermana kuştina Qasim Suleymanî dane Trump, Pompeo û mcKenzie û lîderên din ên leşkerî bikujin.”
Fermandarê Îranî herwiha got ku wan fuzeyên seyrê yên bi menzîla 650 kîlometreyan hilberandine û di warê balafirên bêmirov de jî kapasîteya xwe ya şer mezin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin