Talîban: Em hêvî dikin Trump qezenc bike
PeyamaKurd – Berdevkê Tevgera Talîban a Afganistanê Zabihullah Mucahîd li ser pêketina Serokê Amerîkayê Donald Trump bi vîrusa koronayê û hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdarê daxuyanî dan.
Berdevkê Talîbanê ji bo Trump got, "Em hêvî dikin hilbijartinê qezenc bike û dawiyê li hebûna leşkerî ya Amerîka li Afganistanê bîne.”
Rayedarekî din ê Talîbanê jî li ser testa Trump a Covid-19ê gotiye, “Piştî testa Trump pozîtîf derket em ketin fikaran. Lê belê rewşa tenduristiya wî baş diçe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin