Rûsya: Em hêvî dikin hikûmeta nû ya Talîbanê dawî li gefa madeyên hisber bîne
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya di civînekê de diyar kir; ew hêvî dikin, hikûmeta nû ya ku Talîban ava kiriye, dawî li gefa madeyên hişber bîne.
Vasiliy Nebenzya roja 9ê Îlona 2021ê di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de da zanîn: “Hîn jî Afganistan çavkaniya herî mezin a efyonê ye li cîhanê û yek ji sê wîlayetên Afganistanê efyon berhem tînin.”
Nebenzya eşkere kir: “Me gelek caran qala vê metirsiyê kiriye, lê belê daxwaz ji bo bihîstina vê rastiyê nebûye, tiştê ku me nîgeran dike, di raporta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de ev mijar nehatiye qalkirin.”
Herwiha destnîşan kir: “Mixabin hikûmeta berê, hewldaneke mezin neda ji bo nehiştina vê metirsiyê û her ku diçû asta çandin û berhemanîn madeyên hişber zêdetir dibû. Loma em hêvî dikin, desthilatdarên nû yên Afganistanê dawî li vê pirsgirêkê bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin