Rûsya: Em hêvî dikin di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de pevçûn dernê

11 December 2021 21:45 0 dîtin
Rûsya: Em hêvî dikin di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de pevçûn dernê

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku ew hêvî dikin di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de li Derya Ege yê pevçûn dernê. Peskov ragihandina xwe di televizyona Yûnan ya bi navê ANT1 ê de kir û xwest ku pirsgirêkên navbera Tirkiyê û Yûnanistanê aştiyane çareser bibin û di navbera wan de pevçûn an şer dernê. Li ser pirsa ku wê di şerekî wisa de wê Rûsya destekê bide kî, weha got:

“ Tiştekî weha tiştekî herî dawiye ku em bixwazin li Derya Ege yê çêbibe. Di tebaxa 2020 an de dema keştiyên her dû dewletan lihev ketin, me endîşe kiribû. Helbet em naxwazin di pêşde tiştekî weha çêbibe.

Em destekê didin çareseriyê. Em dixwazin her dû teref rastiyan bidin ber çav û wisa bimeşin. Ji bo her çareseriyê dû rê hene û divê her dû teref jî dilxwaz bin.”