Tirkiye û Rûsya seferên hewayî yên navbera xwe zêde dikin

29 April 2023 18:44 0 dîtin
Tirkiye û Rûsya seferên hewayî yên navbera xwe zêde dikin

PeyamaKurd – Wezareta gihandinê ya Rûsyayê, ji bo Rûsya û Tirkiye seferên navbera her dû dewletan zêde bikin li hev kirin. Wezareta Rûsyayê mijarê bi nivîskî ragihand û got:

“Bi armanca bicîhanîna peymanên di asta bilind de, rêvebiriya hewagerî ya Rûsyayê û şîrketên rêyên hewayî yên Tirkiyê, ji bo di hefteyê de 49 seferên zêde bikin, daxwaz ji aliyê Rûsya de hatiye qebûl kirin. Bi van seferan re, tê plankirin ku şîrketên rêyên hewayî yên Rûsyayê di heftê de ji 720 seferan zêdetir seferan bikin.”

Heya niha ji bo her dû seriyan, di heftê de 629 sefer dihatin kirin lê bi peymanê re wê di hefteyê de jimara seferan bigihê 300 an an zêdetirê 300an.

Erdoğan û Putin berê di rêya telefonê de ji bo zêdekirina seferan li hev kiribûn. Li hevkirina her dû lîderan dikeve berya bernama barkirina ardûya nukleerî ya santrala Akkuyu NGS ê ya Tirkiyê.