Tirkiye ji bo balafirên ku leskerên Rûsya dibin Sûriyê seha hewayî girt
PeyamaKurd – Mevlut Çavuşoğlu di wexta ku diçû Ûrûgûayê, ji bo çapemeniyê di derbarê pêşdeçûnên li Sûriyê de axifî. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku seha Tirkiyê ya hewayî ji bo balafirên Rûsyayê yên ku leşker dibin û tînin Sûriyê, ji temamê balafirên leşkerî û sîvîl re seha xwe girtiye.
Çavuşoğlu her weha behsa têkiliyên navbera Tirkiyê û Îsraîlê kir û got ku têkiliyên navbera her dû dewletan li ser Fîlîstînê bandorekî erênî kiriye.
Li ser têkiliyên navbera Tirkiyê û Washingtonê de Çavuşoğlu got ku têkilî di mijara F-16 û S-400 an de bi awayekî êrênî bipêş dikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin