Balafirên Rûsya û rejîmê xalên leskerên Tirkiyê bombebaran kir: 10 kustî û birîndar
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer ên Rûsya û rêjîma Sûriyê de, 10 leşkerên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin. Li gorî SOHRê hejmara kuştiyên leşkerên Tirk herî kêm 5 kes in.
SOHRê da xuyakirin ku balafirên şer ên Rûsya û rêjîma Sûriyê êrîşî ser xalên artêşa Tirkiyê li herêma Kensefra li başûrê Idlibê kirin ku di encamê de hejmarek otombîlên serbazî hatin şewitandin û 10 leşkerên Tirk jî hatin kuştin û birîndarkirin.
SOHRê herwiha diyar kir ku hêzên Tirkiyê jî xalên hêzên rejîmê yên li rojhilatê başûrê Idlibê topbaran kirin.
Tirkiye bi hevkariya komên çekdar hewil dide pêşveçûna rejîmê li Idlibê rawestîne û deverên ketine kontrola wê jî vegerîne, lê rejîma Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê pêşveçûna xwe didomîne ku ev jî bûye krîzek di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin