Rusya rûdana serê rejîmê red kir | Akar: Em ji bo 18 leskerên girtî bi Rûsyayê re diaxivin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê dîlgirtina 18 leşkerên rejîma Sûriyê de got ku ew ji bo radestkirina wan bi Rûsyayê re hevdîtinan dikin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî dibêje, di çarçoveya rêkeftina 22yê Cotmehê ya Soçiyê de gav têne avêtin û red kir ku artêşa Tirkiyê û leşkerên rejîma Sûriyê rûbirûyî hev bûne û şer kirine.
Lavrov dide xuyakirin ku hêzên Kurd jî 30 km ji sînor vekişiyane û li ser êrîşên berdewam ên Tirkiyê jî diyar dike ku ti agahiyeke wisa li ber destê wan nîne.
Wezîrê Tirk Akar îro li ser girtina 18 leşkerên Sûriyê ku ji aliyê çekdarên SMOyê yên girêdayî artîşa tirk ve hatibûn girtin got, "Ji bo radestkirina 18 kesên ku hatiye fêmkirin endamên rejîmê ne, bi Rûsyayê re hevdîtin têne kirin. Me derbarê mijarê de Serokomarê me Erdogan agahdar kir û fermanên wî wergirtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin