HSD: Bikaranîna balafirên ser ên Tirkiyê, wê rêkeftinên ligel Amerîka, Rûsya û rejîmê têk bide

22 March 2021 17:04 0 dîtin
HSD: Bikaranîna balafirên ser ên Tirkiyê, wê rêkeftinên ligel Amerîka, Rûsya û rejîmê têk bide

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel li ser roja Şemiyê bi balafirên şer ên Tirkiyê êrîşa ser gundekî Eyn Îsayê ragihand, heger Tirkiye balafiran li Eyn Îsayê bikar bîne wê rêfektinên derbarê parastina sînorên Rojavayê Kurdistanê têk biçe ku ev yek bi hevkariya Rûsya ya bi Tirkiyê re çêdibe.

​​​​​​​Kîno Gabrîel ji medya Rojavayê Kurdistanê re ragihand, Tirkiye ji bo dagirkirina Eyn Îsayê dixwaze balafirên şer û bêpîlot bi kar bîne û ev planeke nû ye û bibîr xist ku roja Şemiyê, balafirên Tirkiyê yekem car û piştî dora sal û nîvekê, girtine ser asmanê navçeya Eyn Îsayê û gundê Seyda armanc kirine.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabrîel got, bikaranîna balifirên şer û bêpîlot cara yekê piştî bidawîbûna şerê 2019an re bi rêkeftinên ligel Amerîka û Rûsayê hatiye rawestandin ku ev yek tê wateya bernameyeke nû ya dagirkirinê.

Gabriel diyar kir ku radestkirina herêmê bo rejîma Sûriyê plana Tirkiyê ye, lê ev yek wê di vê pêvajoya niha de pêk neyê.

Gabrîel da xuyakirin ku heger balafiran bi kar bînin, wê bi hevkariya hêzên Rûsya û Tirkiyê pêk bê û ev jî wê lihevkirinên wan ên bi Rûsya û Hikûmeta Şamê re têk bibe.

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel teqez kir ku dê her û her HSDê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bide û bê bersiv nemîne, lê di heman demê de ew hewl didin rêzdariyê ji lihevkirinên heyî re bigirin.