Rûsya: Leskerên Tirk dema êrîsa terorîstan li derveyî xalên çavdêriyê bûn armanc
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê rewşa Idlibê û êrîşa şeva borî bi ser hêzên artêşa Tirkiyê de daxuyanî da.
Peskov li ser êrîşa Idlibê ya şeva borî got ku leşkerên Tirkiyê li derveyî xalên çavdêriyê jiyana xwe ji dest dane û ev jî dema êrîşên terorîstan pêk hatiye.
Berdevkê Kremlînê Peskov piştî civîna Konseya Ewlekariya Rûsyayê ragihand, "Ti leşkerekî Tirk li xaleke çavdêriyê jiyana xwe ji dest nedaye. Leşkên wan xalan ne birîndar bûne ne jî can dane û rûbirûyî xeteriyê nebûne.”
Peskov di berdewamê de got, ew bûyera ku qewimiye li wê devera gelek çekdarên welatiyên Sovyeta berê jî di nav de hebûn, ango êrîş bi ser deverên komên terorîst de hatiye kirin. Tevî gelek caran me daxwaz kiriye jî aliyê tirk bi hebûna leşkerî xwe yên li wê derê em agahdar nekirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin