Rûsyayê pistrast kir ku 63 leskerên wan di êrîsa Donetskê de hatine kustin
PeyamaKurd – Ukraynayê îro 2yê Çileyê ragihand ku hêzên wan li herêma Donetskê êrîşê baregeheke leşkerên Rûsî kiriye û 400 leşkerên rûsî hatine kuştin.
Piştî daxuyaniya Ukraynayê Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî êrîşa li herêma Donestk bajarê Makeyevkayê piştrast kir û ragihand, di êrîşa moşekî de 63 leşkerên wan hatine kuştin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku baregeha leşkerên rûsî bi sîstemên roketavêjên HIMARSên Amerîkî hatiye lêdan.
Wezaretê daye zanîn ku du moşek ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatine têkdan, lê 4 moşekên din jî li baregehê ketine û bûne sedema kuştina 63 leşkerên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin