Tirkiye dikare ji Rûsyayê balafirên SU-57 bikire
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan li ser daxwaza serokê Rûsyayê Putin çû Rûsyayê. Civîna her dû serokan ket ser çapemeniya dinyayê lê mijareka dinê ma ku dinya zêde li serê neaxifî heye: Gelo Tirkiye dixwaze di şûna balafirên F-35an de balafirên Rûsyayê SU-57an bikire?
Dema Erdoğan çû Rûsyayê bo dîtinê çû ku balafirên Rûsyayê yên ku weka F-35ên Amerîkayê tên qebûlkirin, dît. Li wan nêrî li ser wan lêkolîn kir û di derbarê wan de pirsî. Dibe ku Amerîka di mijara F-35an de tund tevbigere lê dibe ku Tirkiye di şûna wan de ji Rûsyayê balafirên SU-57an bikire.
Mijara ku kîjan balafir bi taybetmendiyên xwe ji ya dinê serdestire, herkes li sere diaxife lê esas mijara ew e bernama Tirkiyê ya bo F-35an hatiye rawestandin lê hevdîtinên Tirkiyê û Amerîka hêjî dewam dikin. Tirkiye dixwaze ji 100 balafiran zêdetir balafirên F-35 bikire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin