Erdogan: Tirkiye neçar dimîne ji Rûsyayê sîstema berevaniya asmanî S-400 bikire
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, Amerîka red dike sîstemên Patriot bifiroşe Tirkiyê, ji ber wê jî Tirkiye neçar dimîne ji Rûsyayê sîstema berevaniya asmanî S-400 bikire.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvînekê bi rojnameya “New York Times” de da zanîn: “Eger Amerîkiyan sîstemên Patriot firotibana Tirkiyê, Tirkiye neçar nedibû moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire.”
Erdogan eşkere kir, kirîna Tirkiyê sîstema berevaniya asmanî ji Rûsyayê, bandor li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka kir.
Erdogan ragihand: “Mafê me heye li gorî tiştên ku em guncaw dibînin, karînên xwe yên parastinê xurt bikin.”
Rêkeftina moşekî ya S-400 di navbera Enqere û Moskowê de yek ji sedemên sereke yên aloziya di pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê de ye. Herwiha Amerîka jî bêhtirî carekê nîgeraniya xwe nîşan da û dît ku ev peyman, hevkariya leşkerî-teknîkî a di navbera hevkarên NATO de sînordar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin