WHO: 2 hefte gelekî krîtîk e, hejmarên Tirkiye, Brîtanya û Rûsyayê zêde dibin
PeyamaKurd - Dîrektorê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Dr. Hans Henrî Klûge da xuyakirin ku amarên pozîtîf ên vîrusa korona ku ji Ewropayê tên kêm dibin, lê zêdebûna li welatên Tirkiye, Brîtanya, Rûsya, Ukrayna û Belarûsê hevsengiyê xira dikin.
Dîrektorê Herêma Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Henrî Klûge, li ser rewşa dawîn a Ewropayê diyar kir ku amarên pozîtîf ên ji Almanya, Îspanya, Îtalya û Swêdê tên, lê li Tirkiye, Brîtanya, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya kêmbûn tuneye zêdebûna tûşbûyan heye.
Klûge, got ku ji bo Ewropayê 2 hefte gelekî krîtîk e û bal kişandin welatên ku hejmarên tûşbûyan zêde dibe.
Li Tirkiyê li gorî amarên 16ê Nîsanê hatine eşkerekirin, di 24 saetên dawî de 125 kesên din ji vîrusa korona can dan ku hejmara giştî ya miriyan gihîşt 1,643 kesan û bi zêdebûna 4 hezar û 801 tûşbûyên nû jî hejmara tûşbûyan bi giştî gihîş 74 hezar û 193 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin