Leskerên Sûrî besdarî tetbîqata Çîn û Rûsyayê dibin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsya û Çîn li Deryaya Japon û rojhilatê dûr ê Rûsyayê di navbera 1-7ê Îlonê de tetbîqateke leşkerî ya mezin dikin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, di tetbîqata bi navê Vostok 2022 de, zêdetirî 50 hezar leşker, 140 balafirên şer û 60 keştiyên şer beşdariyê dikin.
Herwiha hat diyarkirin ku wê di tetbîqata ku 6 herêmên êrîşê hatine diyarkirin de, ji bilî welatên Sovyeta berê wê ji Sûriye, Çîn, Hindistan, Laos û Nîkaraguayê jî leşker beşdar bibin.
Ev pêngava tetbîqata Rûsya-Çînê piştî şerê Ukraynayê yê Rûsyayê daye destpêkirin û krîza Taywanê ya navbera Amerîka û Çînê pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin