Berdevkê koalisyonê: “Di êrîsa Hewlêrê de xebatkarekî me jiyana xwe ji dest da”
PeyamaKurd – Berdevkê koalîsyona navdewletî ya li dijî İŞİD ê albay Wayne Marotto ragihand ku di êrîşa ser baregeha koalîsyonê ya li balafirgeha Hewlêrê hevpeymanekî sîvîl jiyana xwe ji dest daye. Albay Wayne Marotto, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku di êrîşê de xebatkarekî hevpeyman jiyana xwe ji dest daye, 5 hevpeyman û leşkerekî Amerîkayê birîndar bûne û bûyerê dişopînin.
Çavkaniyên asayîşê radigînin ku êrîş ji aliyê Haşdî Şabî de hatiye kirin. Bi sedema êrîşa fuzeyan li baregeha balyozxane ya Amerîkayê ya Hewlêrê rewşa awarte hat ragihandin û temamê seferên balafiran yên Hewlêrê hatin betalkirin.
Li gor bidestxistina agahiyên tora medyayî ya Rûdawê rêvebirekî di asta jor de weha gotiye:
“Li gor agahiyên deqe bi deqe me bi dest xistiye, fuze ji nêzî navçeya Dûbizê ya Kerkûkê hatine avêtin. Êrîş ji aliyê Haşdî Şabî de hatiye kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin