Bereya Astî û Azadiyê ji ber kiryarên 'Ciwanên Soresger' Rêveberiya Xweser sermezar kir
PeyamaKurd - Bereya Aştî û Azadiyê ya Sûriyê kiryarên Ciwanên Şoreşger û xemseriya li hember helwest û êrîşên dijî xwepêşandanên ENKSê şermezar kir.
Bereya Aştî û Azadiyê ya Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand, bereyê roja 15ê Cotmehê civîna xwe “online” girê da û tê de rewşa siyasî û meydanî ya Sûriyê, rewşa opozîsyona Sûriyê û dawî pêşhatên Komîteya Destûrê hatin guftûgokirin.
Bereyê amaje bi êrîşên grûpa Ciwanên Şoreşger ên li ser xwepêşandanên berî çend rojan yên li Rojavayê Kurdistanê kir û kiryarên Rêveberiya Xweser şermezar kir û got: “Ciwanên Şoreşger li pêş çavên hêzên ewlekariyê êrîşî ser xwepêşandêran kirin û li wan dan.”
Di beşeke daxuyaniyê de hat gotin: “Bereya Aştî û Azadiyê piştgiriya temam ji bo endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Bereya Aştî û Azadiyê Şivan Ibrahîm û hejmareke medyakar û nivîskarên din nîşan dide ku ew li ser rûpelên tora civakî yên ji Rêveberiya Xweser ve nêzîk in, rastî gefên cidî hatine.”
Bereya Aştî û Azadiyê berpirsatiya selametiya wan medyakar û nivîskaran dixe stûyê Rêveberiya Xweser û HSDê û bang li Amerîkî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bike ta ku dest ji van siyasetan berdin.
Li aliyê din hejmarek li ser Facebookê ku tê texmîn kirin girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger e, gefên veşartî li rojnamevanên ku rewşê dişopînin û çavdêriya binpêkirinan li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dikin xwarin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin