Eniya Astî û Azadiyê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civiya
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir; îro 5ê Mijdara 2021ê Eniya Aştî û Azadiyê ya bi serokatiya Ehmed Cerba û Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela û Serokê Rêxistina Demokratîk a Aşûrî Dawûd Dawûd bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de geşedanên rewşa Sûriyê hatin gotûbêjkirin û bal kişandin ser pêwîstiya karên siyasî li ser bingeha biryara Encûmena Asayîşê ya hejmara 2254an, ku lijneyeke avaker a seqamgîr were pêkanîn û diyaloga Sûrî – Sûrî ya bi rengên cuda cuda were kirin.
Herwiha hat ragihandin, aliyê Rûsî piştevaniya xwe ji bo serweriya Komara Erebî ya Sûriyê û yekparçebûn û silametiya xaka wê, car din aniye ziman û tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên navdewletî ji bo başkirina rewşa mirovî ya li Sûriyê û avakirina welat piştî bidawîbûna şer, kiriye.
Di heman rojê de Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Welatên Efrîqayê Mîxaîl Buxdanov bi Ehmed Cerba û şanda Eniya Aştî û Azadiyê re civiya.
Eniya Aştî û Azadiyê, ji bo çareseriya krîza Sûriyê û berevaniya mafên demokratîk ên pêkhateyên Sûriyê hatiye damezrandin û ji sê hêzên Sûrî yên weke ENKS, Rêxistina Aşûrî û Erebên Sunne pêk hatiye. Ev her sê hêz, zêdetirî deh sal in ji bo çareseriya krîza Sûriyê û ji bo mafên pêkhateyên Kurd, Aşûrî, Kildanî, Sûryan, Ereb û hemû pêkateyên din di çarçoveya destûrî de bêne parastin, dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin