Berhem Salih û Besar Esed pêwendiyeke telefonî pêk anîn

16 July 2021 17:32 0 dîtin
Berhem Salih û Besar Esed pêwendiyeke telefonî pêk anîn

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed cara yekem pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokomariya Iraqê ragihand ku Serokomar Berhem Salih roja Pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021ê pêwendiyeke telefonî bi Beşar Esed re pêk anîye û têkiliyên du alî yên di navbera her du welatan de, têkoşîna li dijî terorê û hemahengî û hevkariya heyî ya di navbera Sûriye û Iraqê de ji bo jinavbirina xeteriyên ku gefê li her du welatan dikin hatin gotûbêj kirin.

Salih û Esed tekezî li ser girîngiya pêwendiyên navbera herdu welatan, pêwîstiya encamdana karên hevbeş li hember metirsiyên hevbeş, bi taybetî gefa terorê û nehiştina paşmayên terorê ku dixwazin aramî û ewlehiya herdu welatan û navçeyê têk bidin kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Divê pêşî lê bê girtin ku komên terorîst ji qelsiya ewlehiyê ya di navbera her du welatan de sûd werbigirin. Ji ber ku gelên Iraq û Sûriyê bi salan e ji ber kiryarên terorîstî yên terorîstan dinalînin.”

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANA jî pêwendiya telefonî ya navbera herdu serokan piştrast kir û ragihand, Beşar Esed û Berhem Salih li ser awayên xurtkirin û pêşxistina têkiliyên dualî gotûbêj kirine.