Berî hevdîtina Pûtîn û Erdogan ji Lavrov daxuyaniyên girîng ên Sûriyê

21 October 2019 15:24 0 dîtin
Berî hevdîtina Pûtîn û Erdogan ji Lavrov daxuyaniyên girîng ên Sûriyê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li demeke ku 120 saet mohleta agirbesta rawestandina êrîşên ser Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bidawî dibe, sibe 22yê Cotmehê diçe Rûsyayê û li Soçiyê bi Serokê Rûsya Vladimîr Putîn re dicive.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê beriya bi rojekê hevdîtina Pûtîn û Erdogan banga danûstandinê ji Tirkiyê kir ku bi rejîma Sûriyê re bide destpêkirin.

Lavrov got ku divê dîyalog li ser hîmê ‘Rêkeftina Edenê’ be û heger pêwîst bike dikarin guherînê jî tê de bikin û dê Rûsya piştevaniyê bike.

Rêkeftina Edenê sala 1998an di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser têkoşîna dijî terorê (ango PKK) hatiye pêkanîn ku destûrê dide heta 5 kîlometran Tirkiye sînorê Sûriyê derbas bike.