Sanda Amerîka berî hevdîtina Pûtîn-Erdogan bi aliyê Tirk re civiya

04 March 2020 20:58 0 dîtin
Sanda Amerîka berî hevdîtina Pûtîn-Erdogan bi aliyê Tirk re civiya

PeyamaKurd – Şanda Amerîkî ya ku ji Nûnerê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft pêk dihat bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re rewşa Idlibê gotûbêj kir.

Kalin piştî hevdîtinê ragihand ku mijara wan a sereke Idlib, operasyona Tirkiyê û çareseriyeke siyasî ya aştîyane bo Sûriyê bû.

Li gorî daxuyaniyê Tirkiyê bal kişandiye ser hevkariya ligel Amerîka û NATOyê bo mijara Sûriye û şerê Idlibê û daxwaza piştgiriya bilez kiriye.

Herwiha alîyê tirk di civînê de girîngiya pêkanîna rêkeftina bo Idlibê aniye ziman û gotiye ku aramanca operasyona wan parastina sivîlan e ku dê di çarçoveya xweparastina rewa de şerê dijî rejîma Sûriyê berdewam bikin.

Çav li rê ye sibe 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê bicivin ku Tirkiye ji Rûsyayê dixwaze rejîm êrîşên ser Idlibê û komên çekdar ku Rûsya wan wekî terorîst dibîne rawestîne.