Beriya serdana Prens Selman bi 5 rojan doza kustina Qasikcî hatiye hilwesandin

24 June 2022 20:34 0 dîtin
Beriya serdana Prens Selman bi 5 rojan doza kustina Qasikcî hatiye hilwesandin

PeyamaKurd – Beriya serdana Tirkiyê ya Welîehd Prensê Erebistana Siûdî ku bi fermandana kuştina rojnamevan Cemal Qaşikcî dihat tohmetbarkirin, bi demekê doza kuştina Qaşikcî ku daraza Tirkiyê radestî erka daraza Siûdî kiribû hat hilweşandin.

Hat diyarkirin ku beriya hatina Tirkiyê ya Mihemed bin Selman bi 5 rojan doza kuştina Qaşikcî li Balyozxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî ya li ser 26 gumanbaran, hatiye hilweşandin.

Hêjayî gotinê ye, bi mebesta asayîkirina pêwendiyan bi Erebistana Siûdî re, dadgeha Stenbolê ya 11emîn a Cezayê Giran 7ê Nîsana 2022yan, dosyeya kuştina Cemal Qaşikcî radestî erka daraza Siûdî kiribû. Hat zanîn ku dadgeha Siûdî jî li ser dozê biryara hilweşandinê daye ku êdî ti kesek ji ber kuştina Qaşikcî nayê darizandin.

Hevala Qaşikcî ya jin Hatîce Cengîz gotiye, ew dê îtirazê li biryara dadgeha Siûdî bikin.