Berpirsên Amerîkî û Îsraîlî: Wê Îran roja Dusemê êrîs bike!
PeyamaKurd – Piştî sûîqesta Îsmaîl Heniye li Tehranê, çavê her kesî li Îranê ye ku êrîşeke berfireh ya bersivdanê li ser Îsraîlê bide destpêkirin.
Herî dawî 3 berpirsên amerîkî û îsraîlî ji ajansa Axiosê re ragihandin ku ew çaverê dikin roja duşemê Îran bi armanca tolhildana kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye êrîşî Îsraîlê bike.
Herwiha dane zanîn, li gorî wan, Îran û Hizbullah hê jî mijûlî pejirandina planên xwe yên leşkerî ne li ser asta siyasî.
Sê berpirsên amerîkî ku ajansê navê xwe eşkere nekirine, tê çaverêkirin ku êrîşên vê carê yên Îranê bi ser navendên Îsraîlê de bin.
Berpirsên amerîkî û Îsraîlî diyar kirine, êrîşên vê carê wê berfireh bin û Îran û Hizbullah bi hev re wê êrîşê bikin.
Du berpirsên din ên amerîkî jî ragihandine, Fermandarê Fermandariya Navendiya Amerîkayê Michel Kurilla bi armanca aramkirina rewşa navbera Îran û Îsraîlê, roja şemiyê gihîştiye herêma Rojhilata Navîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin