Berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAISê hat desteserkirin

08 March 2021 13:01 0 dîtin
Berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAISê hat desteserkirin

PeyamaKurd –  Li başûrê Bexdayê, berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAIŞê hat desteserkirin.

Li gor jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Selahedînê diyar kir, hejmarek terorîstên DAIŞê êrîşî ser devereke başûrê bajarê Samera kirin û ew êrîş ji aliyê hêzên ewlehiyê û serbazan ve hat têkbirin.

Herwiha Dezgeha Îstixbarata Iraqê jî destnîşan kir; berpirsê darvekirinê yê "wîlayeta Felluce" yê rêxistina DAIŞê yê bi navê Aşûr Ni'êmî ku bi navê Aşûr Sefah tê nasîn, li başûrê Bexdayê li devera Dore hat desteserkirin.