Berpirsê PDKê: PKK rêgiriyê bike jî em ê bi serbilindî vegerin Singalê û naxwazin xwîn birije
PeyamaKurd - Berpirsê Lîqa Şingalê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer, li ser astengkirina namzedên PDKê li gundê Guhbel ê Şingalê ji aliyê şervan û alîgirên YBŞê yên girêdayî PKKê got, hir çiqas PKK rêgiriyê bike jî ew ê bi serbilindî vegerin Şingalê, lê naxwazin xwîn birije.
Berpirsê Lîqa 17 li Şingalê ya PDKê Aştî Koçer, piştî bûyera îro 2yê Cotmehê di civîneke rojnamevanî de ragihand, “PKK bi salan e li devera Şingalê rêgiriyê dike, dema hilbijartin ye mafê her berbijerî ye li herêmên xwe bangeşeyê bikin, lê mixabin rêvebirên PKKê çima heta doh rê bi xayinên 16ê Cotmehê didin, rê li ber PDKê digirin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku PDK xwediyê Şingalê ye û xwediyê Kurdistanê ye.”
Aştî Koçer destnîşan kir, "Em partiyeke rastinqîn in û em serî natewînin û di rojên pêş de jî em dê bi serbilindî biçin Şingalê, eger nerazîbûn hebe em goh nadin û em dê biçin Şingalê.”
Aştî Koçer da zanîn: “PKK li Şingalê li hember serkeftina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bûye asteng ku ew kiryara îro jî yek ji wan xalan bûye. Du roj in em li ser çûna Şingalê dixebitin û gelê me li Şerafedîn amade bû, lê mixabin PKK rêz li serweriya axa Îraqê negirt.”
Berpirsê lîga Şingalê ya PDKê got: “Niha PKK bûye xizmetkarê Heşda Şeibî, em naxwazin xwîna ciwan û xwişkên me di destê me de birije.Tişta bi serê xelkê Şingalê de hat bila bes be. Dema PDKê hebû hemû xizmetên wê li Şingalê hebûn, lê PKK nahêle em vegerin Şingalê. Ev heft sal e nehiştine tiştek ji bo Şingalê were kirin. Lê belê di dema pêş de em dê her vegerin Şingalê.”
Koçer herwiha bibîr xist ku PKKê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê têk da ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin