Berpirsê sûcên organîze Eric Schroeder ê ku bi teblîxa sor dihat xwestin li Stenbolê hat girtin

27 December 2023 13:01 0 dîtin
Berpirsê sûcên organîze Eric Schroeder ê ku bi teblîxa sor dihat xwestin li Stenbolê hat girtin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku Erîc Schroederê serçeteyê koma sûcê organîze ku ji aliyê Almanyayê ve bi hinceta "Ji bo sûcê rêxistinê ava kiriye, malên ji ber sûc û bazirganiya narkotîkê dişopîne" bi teblîxa sor dihat lêgerîn, di operasyona Kafes25 a Stenbolê de hat girtin.

Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ew çi mezinahî bin, çi bulten li wan tê kirin bila bê kirin, ew ê muhletê nedin rêxistinên sûcên organîze yên navneteweyî û bazirganên jehrê yên ku aramiya gel xera dikin û ku ew ê "hemûyan yek bi yek têxin qefesê."

Yerlikaya derbarê operasyona ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk û Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat lidarxistin de ev agahî dan:

"Eric Schroeder ê ku di operasyona Kafes25 de hat girtin û qeyda wî ya bi teblîxata sor heye, ji ber sûcên birêvebirina bazirganiya narkotîkê ya li Hamburgê, avakirina rêxistinê bi armanca kirina sûc û şûştina mal û milkên ku ji ber sûcê derketine, tê lêgerîn. Ew ji aliyê rayedarên Almanyayê ve bi bazirganiya 784 kîlogram esrar û 154 kîlogram kokaîn bi tevahî 24 bûyeran hat sûcdarkirin ku tevî endamên rêxistina sûcdar a çekdar a Hells Angels beşdarî dizîna konteynerê ku tê de 1,1 ton kokaîn hebû, hat sûcdarkirin.”

 Yerlikaya hêzên polîs ên ku operasyon li dar xistine pîroz kir û wiha got: "Di encama operasyonê de 41 hezar û 850 Euro û 38 hezar TL, 4 saetên destan ên Rolex, 5 telefonên destan, 3 SIM kart, pasaport û nasnameyên bi navên cuda hatin desteserkirin."