NY bi mijara Sûriyê civiya: Wê Tirkiye berpirsê sûcên ser be

25 October 2019 15:48 0 dîtin
NY bi mijara Sûriyê civiya: Wê Tirkiye berpirsê sûcên ser be

PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî, di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya li ser mijara Sûriyê de axivî û êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistdanê û Rojhilatê Sûriyê wekî dagirkerî binav kir.

Di civînê de Rûsyayê bal kişand ser rêkeftina Soçî ya navbera Tirkiye-Rûsyayê girîngiya dîyaloga navbera rêveberiya Şamê û Kurdan anî ziman.

Herwiha Amerîkayê jî kêfxweşiya bo agirbesta bi rêkeftina Tirkiye-Amerîka hatiye ragihandin anî ziman û diyar kir ku dê ji tawanên şer ên çekdarên girêdayî Tirkiyê, dewleta tirk berpirsiyar bê dîtin.

Caferî got: "Êrîşkariya Tirkiyeyê bû sedema dagirkirina Sûriyeyê, mirin û birîndariya bi sedan sûriyeyiyan û koçberbûna bi hezaran."

Beşar Caferî, di civîna doh 24ê Cotmehê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi mijara Sûriyeyê de ragihand ku hikûmeta Sûriyê êrîşkariya tirk di asta herî bilind de şermezar kiriye û hincetên êrîşên rejîma tirk red kirine.

Caferî da xuyakirin, Tirkiyê hiqûqa navnetewî Peymana NY û biryarên NYyê binpê kirine û hemû hincetên ku ji bo êrîşê dide pêş jî hemû derew in.

Herwiha Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasîliy Nebenzya jî di civînê de li ser rêkeftina Soçiyê ya navbera wan û Tirkiyê got:

Rûsya: Em piştgiriyê didin dîyaloga Kurdan û rejîmê

"Rêkeftina Soçiyê 'ji bo aramiya Sûriyê wekî kilît girîng e' Em piştgiriya diyaloga mijarên lezgîn ên di navbera Sûriye û kurdan de bikin."

Amerîka: Wê Tirkiye ji sûcên şer berpirsiyar be

Li aliyê din Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Michael Barkin jî ragihand ku ji ber agirbestê ew kêfxweş in û got, heke sûcên şer ên hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê bên tespîtkirin dê Tirkiye ji vê yekê berpirsyar bê girtin.