Sanda ENKSê li Stenbolê bi berpirsên Brîtanya yên dosya Sûriyê re civiya

30 July 2021 14:35 0 dîtin
Sanda ENKSê li Stenbolê bi berpirsên Brîtanya yên dosya Sûriyê re civiya

PeyamaKurd - Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) 29ê Tîrmehê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, bi berpirsên dosya Sûriyê li Ofîsa Brîtanya ya li Beyrûtê re  civiya.

ENKSê ragihand, di civînê de wan bi aliyê Brîtanî re behsa diyaloga navbera ENKS û PYNKê, berdewamiya koçberbûna xelkê di bin desthilata Rêveberiya Xweser de û çarenivîsa kesên girtî û kuştina girtiyan di zindanan de kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku şanda ENKSê ji Ebdullah Gedo, Zuhêr Mihemed endamên Desteya Siyasî ya Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê, Şivan Cizîrî û Bedir Mela Reşîd endamên nûneratiya ENKSê li Tirkiyê pêk hatibû û şanda Brîtanya jî ji Sofî Newman û Samuel Jeb berpirsên dosya Sûriyê li Ofîsa Brîtanya ya li Beyrûtê pêk hatibû.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de herdu aliyan proseya siyasî ya li Sûriyê, rola ENKS di Îtilafê de û awayên bicîkirina aramiyê ji bo vegera penaberan bi taybetî bo Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî gotûbêj kirine.

Herdû aliyan behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê jî kirine û  tekezî li ser “girîngiya serxistina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de kirine ji bo ku derbasî rêveberiyeke demkoratîk û hevbeş bibin ku hemû pêkhateyên navçeyê tê de beşdar bin.”

ENKS da zanîn, şanda Brîtanî di vê hevdîtinê de gotiye, ew piştgiriya rola Amerîkayê ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê û rêgirtina dubare derketina DAIŞê û jinavbirina wê bi yekcarî dikin.

Herwiha hat diyarkirin ku şandên ENKSê û Brîtanyayê behsa îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêmê û metirsiya destwerdana leşkerî ya Tirkiyê jî kirine.

Di hevdîtinê de ENKSê destnîşan kiriye ku ji bo berdewam û serxistina danûstandinên navbera wan û PYNKê pêwîstî bi rawestandina binpêkariyên li navçeyên Rêveberiya Xweser heye daye xuyakirin, ENKS koçberbûna xelkê li navçeyê Rojhilatê Firatê bi sedema leşkeriya neçarî, xwendina nenaskirî, nediyariya çarenivîsa kesên desteserkirî, revandina zarokan û kuştina girtiyan di bin îşkenceyê de weke binpêkirinên li wan navçeyan bi nav kiriye.