Sandên Tirkiye û Rûsyê bi mijara Idlibê li Enqerê civiyan

26 February 2020 15:03 0 dîtin
Sandên Tirkiye û Rûsyê bi mijara Idlibê li Enqerê civiyan

PeyamaKurd - Li gor nûçeyên medya Tirkiyeyê, şandên Rûsya û Tirkiyeyê derbarê pêşhatên dawî yên li Idlibê de civiyan.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nakokiyên li ser rageşiyên li Idlîbê berdewam in. Heya niha 16 serbazên Tirkiyê li Idlîbê ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve hatin kuştin. Tirkiye ji bo rawestandina hêzên Hikûmeta Sûriyê li Idlîbê bi Rûsyayê re di nav danûstandinan de ye.

Di çend rojên borî de hejmarek hevdîtin di navbera herdu aliyan de li Enqerê û piştre jî li Rûsyayê çê bûbûn, lê bê encam bûn.

Ji aliyê din ve Tirkiye zêdetir hêz û kelûpelên leşkerî dişîne Îdlibê. Şeva din jî, bi dehan barhilgir ji bajarê Hatayê derbasî Îdlibê bûn.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov derbarê civîna îro li Enqerê got, ez hêvîdar im hevdîtin di hewayeke erênî de derbas bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê hevdîtina îro de got, em hêvî dikin êrîşên li Îdlibê bi tevahî bêne raswestandin.

Li gor zanyariyan, di êrişên dawî yên Artêşa Sûriyê de, dehan sivîl li gundewarên Îdlibê hatine kuştin.

Herwiha Topxaneya Artêşa Tirkiyê, Şeva borî gundê Aqîbê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kiribû û di encamê de 3 kes ji malbatekê hatibûn kuştin.