Sandên Hewlêr û Bexdayê, li ser çend mijaran civiyan

31 August 2023 17:00 0 dîtin
Sandên Hewlêr û Bexdayê, li ser çend mijaran civiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihadin, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku çûbû Bexdayê, astengiyên li pêşiya mafên darayî û mûçeyên mehane yên karmendên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Aborî û Darayî ya Kurdistanê, di derbarê mûçeyên mehên tîrmeh û tebaxê û astengiyên li pêşiya cîbicîkirina yasaya bûdceya giştî bi rayedarên Iraqê re hatine gotûbêjkirin.

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Halîl Doskî diyar kir ku şandên Hewlêr û Bexdayê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên civînek li dar xist.

Doskî diyar kir ku di dan û stendinên bûdceyê de Bexdayê daxwaza ji % 100 dahata neftê û ji % 50ê dahata sînoran kiriye, lê Herêma Kurdistanê dixwaze ji % 50 ji herdu dahatan veguhêze Bexdayê û got ku kêşeya sereke ev e.

Bûdceya sala 2023yan a Iraqê, ji 199 trîlyon dînar derbas dibe. Rêjeya ku dikeve pişka Herêma Kurdistanê, 16 trîlyon dînar e.

Halîl Doskî diyar kir ku yek ji kêşeyên nakok ên di navbera aliyan de girêdayî petrolê ye û got,

"Di dema ku hikûmeta Iraqê nirxê hilberîna petrolê ya Herêma Kurdistanê 5-6 dolar ji bo her bermîlekê diyar kiriye, mûçeyên ku kompanî distînin, ji 28 dolaran zêdetir e."