Hefteya bê dê çend sandên dîplomatîk bo êrîsa mosekî serdana Hewlêrê bikin
PeyamaKurd – Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir, şermezarkirina êrîşa moşekî ya Hewlêrê, ji aliyê welatan ve bûye sedema dilgermiya xelkê Kurdistanê û da zanîn, hefteya bê dê çend şandên dîplomatîk ji bo vê bûyerê wê serdana Kurdistanê bikin.
Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Kurdistanê Sefîn Dizeyî destnîşan kiriye, Herêma Kurdistanê bi taybet Hewlêrê li ser asta cîhanê bi aramiya xwe tên naskirin. Herêma Kurdistanê herêmek e ku himbêza xwe bo koçber û penaberên Iraqî û derve vekiriye. Herêmek e ku pêkvejiyan û demokrasî tê de xuya ye. Ji ber wê jî dema rastî êrîşekî tê, civaka navdewletî li dijî wê êrîşê derdikeve.
Li ser êrişa moşekî ya Hewlêrê jî, Sefîn Dizeyî eşkere kir, ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeka aram e loma êrişa moşekî li ser Hewlêrê li ba welatên cîhanê tiştekî sosret û neçaverêkirî bû. Ji ber wê jî Amerîka, Almanya, Fransa, Îtaliya, Brîtanya, NY û 15 welatên din êrîşa han şermezar kirin û piştevaniya xwe bo Hewlêra paytext û Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve, spasiya piştevaniya welatan kir û got, ev piştevanî bûye sedema dilgermiya xelkê Kurdistanê. Em hêvîdar in civaka navdewletî pêşiya wan êrişan bigire.
Sefîn Dizeyî diyar kiriye, yek ji wan moşekan li nêzîkî Balyozxaneya Çînê ketibû û got, piştî teqîna moşekê, me yekser pêwendî bi berpirsên Balyozxaneya Çînê kir û me ji wan re got, çi pêwîst be em amade ne. Wan jî dan xuyakirin, ew li ser karê xwe ne. Bo Balyozxaneyên din jî heman tişt hat kirin. Lê ew qet nîgeran nebibûn û êrîşa han bandorek xirab li ser wan nekiribû.
Dizeyî behsa serdana şandên dîplomatîk jî kir û da zanîn, hefteya bê dê çend şandên dîplomatîk serdana Hewlêrê bikin. Ew şandên han zêdetir ji wan balyozxaneyan tên ku li Bexdayê ne. Armanca serdanê jî piştevanîkirina Hewlêr û Herêma Kurdistanê li hember her êrîş û tehdîdan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin